Ji bo pol/sinif 1
Alfabeya Kurdî Rengîn
Alfabeya Kurdî Rengîn, Alfabe ye lê ne alfabeyek klasîk e. Bi berg, navarok, metod, wêne û babetên xwe alavek nûjen û modern e. Mamoste A. Tîgrîs, Celal Sönmez, Dersim Tekeş û Yusef Erdem bi rexne û pêşneyarên xwe berhemê têkûz kirine. Pirtûk ne li goreyê rêza alfabeyên klasîk hatîye amadekirin. Bi tîpa Û dest pê dike, bi tîpa Q xebata tîpan teva dibe. Ji bo bi pêşvebirina xwendinê gelek babetên temayan bi nivîsên kurt tê de hatine amade kirin. Dengan bi tîpan hîn dibin. Tîpan dinivîse, di navbera bêjeya (wêneya) ku dengê tîpa ku fêr dibe ku dibihîse de xêz dikşîne. Bêjeyan temam dike. Di xaçepirsê de bêjeya ku dengê tîpa ku fêr dibe dinivîse.Bi tîpan kite,bi kiteyan bêje, bi bêjeyan hevok û nivîs hatine avakirin.
Nivîskar: B.Welatevîn
Çap: 2011
ISBN: 978-91-978904-4-1
Xwedî: Kurdiska pedagogiska centrum
Rûpel: 130, bi wêneyên rengîn
Biha/pris: 168 SEK
Ji bo pêngava 2,3,4 ya zarokên kurdên Êzîdî
GULBIHAR LALIŞ – 1
……Divê pedagog di destpêkê de ji şagirdên xwe re nebêjin, ”ev gotin ne kurdî ye”,”kurdîya te ne baş e”, ”tu peyvên ne kurdî bi kar tînî”, ”kurdiya gund, mal an jî malbata te ne kurdiyeka baş û paqij e”. Tu sûda vê ji perwerdehiyê re nîn e. Helwesteka wiha zarokan ji zimanê dayikê, ji zimanê gelê wan, ji zimanê bingehîn sar dike û wan jê dûr dixe. Di heman demê de statûya zimanê kurdî bi helwestên wisa sivik û reş dibe. Ew dihêle ku li ba kesên din bi zimanê xwe nepeyîvin û wilfa xwe bidin ser zimanên biyanî. Ev yek dikare bibe astenga herî mezin li ber fêrbûna zimanê kurdî. Di heman demê de ku em dibêjin divê destpêk bi zimanê dayikê be nayê wê wateyê ku ê ew bêjeyên hevwate bi kar neynin. Di destpêkê de ew ê wan bibîhîsin, bibînin ku derfeta bikaranîna awayên cuda jî heye. Derfeta zêde û cuda bikaranîna peyvên kurdî ê bihêle ku ramana wan a hêza axaftinê pêştir bikeve. Ji bo vê yekê me ferhengokeka dewlemend amade kiriye bi wêne û bêjeyên ku êdî piraniya kurdan bi kar tînin. Me li ber bêjeyan jî bêjeyên nedeyinkirî nivisiye. Me hewl daye ku em hevokan bi bêjeyên wan ava bikin. Heft mamosteyan ku piranîya wan bi zarokên kurdên êzîdî re kar dikin van berheman di ber çavan re derbas kirine. Helbestvanê êzîdî Şakir Mado li ser gotin, hevoksazî û devoka ku kurdên êzîdî bi kar tînin xebitiye û rengekî xweş daye pirtûkan.
Weke ku tê zanîn di sala 2005an de ev xebat bi navê Gulbiharê ji aliyê B.Welatevîn ve hatiye amadekirin û weşandin. Me ev pirtûk bi metod û perspektîfeka nûjen ji bo perwerdeya zarokên kurd yên êzîdî ji nû ve amade kir. Laliş serkaniya kurdî-1 û Laliş serkaniya kurdî-2 bi vê baweriyê hatine amadekirin. Ez hêvî dikim ku zarokên kurdên êzîdî ê bi dilxweşî bi van pirtûkan ji kurdiya xwe hez bikin û pêşve bibin. Kamel Saka, Şakir Mado (helbestvanê Êzîdî), Mamoste, Mem Dogala, Dêrsim Tekes, Nîşhan Bamernî, Jusef erdem, Aştî Tayeb, Serdar Kalaba. Em sipasdarê van mamosteyan in.
Nivîskar: M.Hakki Balta & Kamel Saka
Cih û dema çapê: Stockholm – 2016
ISBN: 978-91-982878-5-2
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 108 rûpel, wêne bi reng in
Biha/pris: 146 SEK
ALFABE – Mistefa Uzun
Evalfabe ji bo zarokên 6-7 salî hatiye amadekirin. Lê kesên bixwazin hînî alfabeya kurdî hîn bibin jî dikarin pirtûkê bikarbînin.Evalfabe li gor metoda syntetiskê hatiye amade kirin. Di metoda syntetîskê de; Mamoste bi yekîneya (perça,birim)herî biçûk ya hevokê (tîp,herf) dest pê dike û ber bi yekîneya herî mezin(hevok) ve diçe. Yanê mamoste berî şagirdan fêrî deng û formên herfan dike paşê bi herfên ku şagird fêr bûne peyvan fêrî wan dike herî dawî jî mamoste bi peyvên ku şagird fêr bûne hevokan fêrî şagirdan dike.
Fêrbûna formên herfanŞagird şopa herfan dajo, wan him bi alîkarîya xetên xalxalî û him jî bê xet dinivîsîne.
Dengê herfanŞagird guhdarîya dengê herfê dike, wê dike nav,bazinê wêneyê ku tê da dengê herfê heye direngîne, herfê di malika wê ya rast de dinivîsîne.Di rûpela dawî de hem û herfên alfabeyê hatine nivîsîn, şagird herfa ku fêr dibe direngîne.
Nivîskar: Mistefa Uzun
Cih û dema çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-981549-2-4
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 102 rûpel, wêne bi reng in
Biha/pris: 143 SEK
EV ALFABEYA MIN E – Nîşan Bamernî
Nivîskar Nîşan Bamernî, mamosteyê zimanê kurdî ye. Ji başûrê Kurdistanê ye. Alfabe gor hest, wêje û devoka Başûrê Kurdistanê hatîye xemilandin. Lê, bo şagirdên kurd yên ji çar parçeyên kurdistanê jî mamoste dikarinin ev berhemê bi kar bînin.Wêne rengînin. Deng bi wêne, hatine destnîşan kirin. Bi tîpê dest pê dike. Lê gav bi gav bi bêje û havokan astê bilind dike. Di nava nivîsên kurt de hestên kurdî germ û tamê kî xweş didin pirtûkê.
Nivîskar: Nîşan Bamernî
Cih û tarîha çapê: Stockholm – 2011
ISBN: 978-91-88475-01-5
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 70 pel, wêne bi reng in
Biha/pris: 157 SEK
AJELÊN (Heywanên) KEDÎ B.Welatevîn
Ev pirtûk ji bo pêşdibistanê û hersî sinifên pêşîn (1,2,3) ji bo temaya ajelên kedî hatiye amadekirin.Ji bo nasîna ajelan wêneyan direngînin. Ji bo ku rastiya wan bibînin di pirtûkê de wêneyên ajelan yên rengîn hatine amadekirin. Ferhengoka ajelan bi çar zimanan hatiye nivisîn. Ji bo rengandinê nêzî 20 wêne, û bi wêneyên malbatên wan navaroka pirtûkê hatiye dewlemend kirin.
Nivîskar: B.Welatevîn
ISBN: 91-974383-1-6
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 32
Biha/pris: 49 SEK
AJELÊN (Heywanên) KOVÎ B.Welatevîn
Ev pirtûk ji bo pêşdibistanê û hersî sinifên pêşîn (1,2,3) ji bo temaya ajelên kedî hatiye amadekirin.Ji bo nasîna ajelan wêneyan direngînin. Ji bo ku rastiya wan bibînin di pirtûkê de wêneyên ajelan yên rengîn hatine amadekirin. Ferhengoka ajelan bi çar zimanan hatiye nivisîn. Ji bo rengandinê nêzî 20 wêne, û bi wêneyên malbatên wan navaroka pirtûkê hatiye dewlemend kirin.
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2003
ISBN: 91-974383-2-4
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 38
Biha/pris: 49 SEK
BALINDE (teyr û çûk) B.Welatevîn
Ev pirtûk ji bo pola 3,4,5 an ji bo temaya ajelên kedî hatiye amadekirin.Ji bo nasîna Balindeyan wêneyan direngînin. Ji bo ku rastiya wan bibînin di pirtûkê de wêneyên ajelan yên rengîn hatine amadekirin. Ferhengoka balindan bi çar zimanan hatiye nivisîn. Ji bo rengandinê nêzî bi 20 wêneyan navaroka pirtûkê hatiye dewlemend kirin.
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2003
ISBN: 91-974383-0-8
Xwedî: Kurdiska Pedagogisk Centrum
Rûpel: 38
Biha/pris: 49 SEK
MÊWEYÊN ME
Amedekar : B.Welatevîn
Ev pirtûk ji bo pêşdibistanê û hersî sinifên pêşîn (1,2,3) ji bo temaya meyweyan hatiye amadekirin.
Ji bo nasîna meyweyan wêneyan direngînin. Navê wêneyan dibêjin, bi du zimanan dinivîsin. Ji bo ku rastiya wan bibînin û fêr bibin di pirtûkê de wêneyên mêweyan yên rengîn hatine amadekirin. Rastiya wan bi van wêneyan dikarin bibînin û birengînin Ferhengoka mêweyan bi çar zimanan hatiye nivisîn. Bi pirs û bersîvan taybetiyên mêweyan fêr dibin.
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2008
ISBN: 978-91-976317-5-4
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 32
Biha/pris: 49 SEK

BAVO BÛYE BOSTAN (Çîroka gelerî)
Çîrokeke sivik, rewan û balkêş e. Bi rengek çîrokî zarok organên laşên xwe fêr dibin. Bi metodek pedegogik çîrok hatiye lefandin. Organên laş bi zebzeyan hatine dîyar kirin. Ji bo şagirdên pêşedibistanê û polên/sinifên 1,2,3. Malbat jî dikarin li malê ev çîrokê ji zarokên xwe re bixwînin.
Bavo Bûye Bostan ( Çîrok) Kurmancî-Soranî
Amadekar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2003
ISBN: 978-91-982878-0-6
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 78
Biha/pris: 60 SEK
FÎLÊ DÎNIK – Çîroka gelerî
Çîrokeke balkêş, sivik û rewan e. Bi wêneyên rengîn çîrok hatîye xemilandin. Asta zarokên sinifên 1,2,3,4 an e.
Berhevkar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2011
ISBN: 978-91-978904-7-2
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 30, wêne bi reng
Biha/pris: 65 SEK
ZEBZEYÊN ME
Ev pirtûk ji bo pêşdibistanê û hersî sinifên pêşîn (1,2,3) ji bo temaya zebzeyan hatiye amadekirin.Ji bo nasîna sebzeyan wêneyan direngînin. Navê sebzeyan dibêjin, bi du zimanan dinivîsin. Rastiya wan bi van wêneyan dikarin bibînin û birengînin Ferhengoka zebzeyan bi çar zimanan hatiye nivisîn.
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2008
ISBN: 91-976317-4-7
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 32
Biha/pris: 49 SEK
KINCÊN ME (Cil û Berg)
Ev pirtûk ji bo sinifên 1,2,3,4 an hatiye amadekirin.Nivîs, xaçepirs û navaroka babetan gorî xebatên temayên kincan (cilûbergan) hatiye amade kirin. Şagird dikarin wêneyên kincan birengînîn û nav û rengên wan binivîsin.Bi vî xebatê cil û berganan binasin.
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2012
ISBN: 978-91-978904-8-9
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 32
Biha/pris: 49 SEK
GULBIHAR
Destpêka xwendina kurdî
Pirtûk wek navê xwe ji bo destpêka xwendina zimanê kurdiye zaravayê kurmancî ye..Nivîs bi yek hevoke kî dest pê dikin û gav bi gav hevok zêde dibin. Gav bi gav bêje dirêj dibin.Nivîs ji jîyan û tiştên derûdora şagirdan hatine damezrandin. Nivîs hêsa, kêfdar û bi rengîn in.Hevok kin û bi bêjeyên kurt hatine honandin. Gelek bêje bi zanistî hatine dubarekirin. Navaroka nivîsan gorî bernameya dersên zimanên zikmakî yên sinifên 1 û 2 yên Swêd hatine nivîsîn.Di pirtûkê de nêzî 400 wêneyên rengîn hene. Şagird bêjeyan bi wêneyên rengîn didîne, tiştan nas dikin.
Berhem: GULBIHAR
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2005
ISBN: 91-974383-5-9-6
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 63, wêne bi reng in
Biha/pris: 143 SEK
ji bo palên/sinifên 2, 3, 4
Gulbihar KURDÎ Kurmancî – 1
Ev berhem Gulbihar KURD Kurmancî – 1 û Gulbihar KURDÎ Kurmancî – 2, ji hêla Navenda pedagojiyê ya kurdî ve hatine amadekirin.Mamoste B.Welatevîn di sala 2005 an de ev berheman bi navê GULBIHAR destpêka xwendinê amade kiribû û weşandibû. Bi metod, navarok û riyên xebateke nûjen me ew pirtûkê ji nû ve amade kir. Hin bi beşên rêzimana kurdî, babetên nû, ferhengeke dewlemend ya bi wêne û bi xaçepirs, pirs û bersîvan berhem hatin nûjen kirin û dewlemend kirin. Berhem bi yek hevokekê dest pê dike. Gav bi gav hevok zêde dibe. Dixwîne, dinivîse, bersîva pirsan dide, xaçepirsan dadigire. Wêne giş rengînin. Beşên rîzimana zimanê kurdî bi asteke nizim di pirtûkan de hatine amade kirin. Ji bo keda wan em spasdarê zimanzan û mamosteyên hêja, Nîzamettîn Akkurt, Nîşan Bamernî, Mem Dogala, Yusef Bamernî,û Zagros Hajo in.
Berhem: GULBIHAR KURDÎ KURMANCÎ-1
Nivîskar: M.Hakki Balta (B.Welatevîn)
Cih û dema çapê: Stockholm – 2016
ISBN: 978-91-982878-5-2
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 100 rûpel, wêne bi reng in
Biha/pris: 148 SEK
GULISTANA ÇÎROKAN
Çirokên pirtûkê ji zimanê swêdî hatine wergerandin. Çîrokên gelên din in. Ev çîrok ji bo temaya ajel û balindeyan hatine hilbijartin. Hin çîrok jî ji floklora kurdî hatine amadekirin.
Demek dirêj şagirdên min van çîrokan di dersên xwe de xebitandin. Gorî daxwaza wan ji nava komên çîrokan me 71 kurte çîrok hilbijart. Di xebatên temayan de demek dirêj hatin xebitandin. Ev pirtûk bi xebatek weha derketiye holê.
Çîrokên kin, bi zimanek sade û sivik hatine wergerandin. Di xebatên temayan de mamoste/a pir rehet dikarin wan bi kar bînin.
GULISTANA ÇÎROKAN
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2003
ISBN: 978-91-981549-0-0
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 78
Biha/pris: 136 SEK
TÎPÊN ALFABEYA MIN
Amadekar: Mistefa Uzun
Armanca vê pirtûkê ew e ku şagird bi metodeke hêsan; Bikaribe tîpên alfabeya kurdî yên ku him ji aliyê form (şikil) û him ji alîyê deng ve nêzî hev in, rind nas bike û wan ji hev cuda bike. Ji bo her rûpelekî rêberek hatiye nivisîn. Rêber awayê xebitînê nîşan dide. Ev pirtûk dikare hem li dibîstanê, hem jî li male bê bikaranîn.
Nivîskar: Mistefa Uzun
Cih û tarîha çapê: 2011 – Stockholm
ISBN: 978-91-97-8904-5-8
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 80 pel
Biha/pris: 149 SEK
TÎPÊN KURDÎ
Tîpên kurdî ji bo perwerdeyê hatine amade kirin. Giş wêne rengîn û di nava plastîkê de hatine bi cîh kirin. Giş tîp bi wêne û bi bêjene. Mamoste/a dikarin wek dosye bi xwe re bigerînin an jî dikarin di sinifên xwe de li diwar bi cîh bikin.
Amedekar: B.Welatevîn
Hijmara alavê: 07
Biha/pris: 310
DOSYAYA TEMAYÊN ME
Ev dosya ji bo xebata temayan, bo mamostan hatiye amade kirin. 25 tema bi wêneyên rengîn û naylonkirî hatine amade kirin. Dema mamoste bi temayan bixebitin dikarin wêneyên temayan bi kar bînin.Ji bo temayan çîrokên kurt di pirtûka GULÎSTANA ÇÎROKAN hatine civandin.Tema jî ev in. Her sala 1,2 tema li ser zêde dibin.
NAVAROK:1-Saet 2-Sal û rojzêde 3-Sal û Meh 4-Di saleke de 4 demsal 5-Rojên hefteyê 6-Mehên salê 7-Mehên Salê (1-6) bi wêne 9-Mehên Salê (7-12) bi wêne 10-Demsal BIHAR (wêne) 11-Demsal HAVÎN (wêne) 12-Demsal PAYÎZ (wêne) 13-Demsal ZIVISTAN (wêne) 14-Rengên Me 15-Alaya Me 16-Nexşeya Kurdistanê 17-Nexşeya Kurdistanê 18-Hijmar (0-9) bi wêne 19-Alfabeya Kurdî 20-Meyweyên Me 21-Sebzeyên Me 22-Heywanên Kovî 23-Heywanên Kedî 24-Balinde 25-Kincên Me
Amedekar: B.Welatevîn
Alav no: 08
Biha/pris: 599
Ji bo pêngavanizim û navîn. (Sinif 2,3,4,)
DERSÊN ME – Kurdî -1
Ji bo pêngavanizim di sala 1998 de bi navêpîvok min pirtûkekeamadekiribû. Min ewpirtûkêji nu ve bi metodeknûjen, navarokawîdewlemend kir. Em li ser bingehêwî bi dewlemendkirinanbabet, rê û rêçikênkuşagird li ser bixebitinemxebitîn. B eşênrêzimanîji nu ve hatinamadekirin.
Nivîskurt, hêsa û hevokgeleksadene. Navarokgorîbernameyapêngavanizim û navînyazimanêzikmakî li Swêd e. Şagird bi bêjeyênbelavkirîgevokansererastavabikin. Li bêjeya rast bigerin û cihê vala yêhevokantemambikin. Di xaçepirsan de bêjeyênku di nivîsê de hatinebikaranînbibînin. Navêtiştan li bin wêneyabinivîsin û bixwînin. Pirsanbixwînin û bersîvên rast nîşanbikin.Wêneyênpirtûkanrengînin, bi westatî Suleyman Rojger çêkir.
PaşênivîsjihêlaAmedTîgrîsû DersîmTekeşve hatinredaktekirin. Emjiherdumamostan re ji bo alîkarîû hevpêşeyawanspasdar in.
Nivîskar : M.Hakki Balta
Cih û dema çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-981549-8-6
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 130 rûpel,wêne bi reng
Biha/pris: 149 SEK
















