LEXIKON & ORDBÖCKER / FERHENG Û RÊZIMAN

Lêkolînek li ser
RÊZIMANA KURDÎ
(Kurmancî)

Ji bo dibistana Lîseyê (pol,11,12 û temen mezinan

PÊŞGOTINA Amadekarê berhemê:

ŞÊXMÛS ASLAN

Armanca xebatên rêzimaniyê; qeydeyên di zimîn de hene naskirin e. Loma di vê xebata de, ez ji qeydeyê tê zanîn re li mînakan negeriyam. Min xwest, ez qeydeyên di bêje û hevokên me de hene bidim naskirin lewra van qeydeyana perwerdeya zimîn in.
Di zimanekî de rêbaza bêjeçêkirinê çiqas hêsan û kêrhatî be, ew zimana ewqas hêsan vedijê û dewlemend dibe. Bêjesaziya hêsan, perwerdeya zimîn jî hêsan dike. Ji alî morfolojiyê de kurmancî gelek kêrhatî û hêsan e. Nexwendiyên me jî dikarin qertafan kokan li qertafan an pêşgiran li koka bînin bêjeyên nû sadir bikin. Heta nuha rêxistinên zanistî li ser zimanê kurdî lêkolîn nekirine. Bi destê aqademisyenan bêjeyên kurdî sadir nebûne jî dîsa kesên kurd, bi hezaran bêje, wek têgîniyên rêzimanî û ragîhan-dinê, afirandine.
Kesên ku rêzimana kurdî nivisîne, yek jî bi filolojiya kurdî perwerde nebûne. Pirî wan mamoste ne û bi tirkî perwerde bûne. Eger kesên wek me kanin rêzimanan binivîsin, va yeka ne ji şarezatiya me ye, ji tekûzbûn û sivikbûn û zelalbûna vî zimanê şîrîn e.
Wek her zimanekî di zimanê me de jî qeydeyên siruştî hene. Gelê me bi hezaran sal in, li ser van qeydeyan bi hev kirî hene. Ya ji me tê, ew qeydeyên di zimanê me de hene, em wan nas bikin û bidin nasîn. Qeydeyên morfolojiya kurmancî bi hewayek zanistî tasnîf bikin. Têgîniyên wê bi mînakan bidin nasîn.
Mijara bêjeyan nemaze lêkeran kurmancî bi dorferehî hatiye nirxandin. Gelek xalên nû li rêzimaniya kurmancî hatine zêdekirin.
Sentaksa kurmancî belkî cara ewil e, bi rêbazek zanistî û rêkûpêk di vê pirtûka de hatî nirxandin. Pêwendiya di navbera hêmanên hevokê de û cûrên hevokan bi zelalî daye naskirin.
Di vê pirtûka de, mînakên ji bo şîrovekirina têgîniyên rêzimanî hatine dayin, hemî ji zargotina kurmancî û nivîskarên navdar hatine girtin.
Aramanca min, geşkirina kurmanciya wek şîrê dayika min şirin û pakij e. Hêvî dikim, hûn jî bi pêşniyar û rexneyên xwe pişt bidin vê xebata pîroz. Em bi hev re zimanê xwe geş bikin û pêş ve bibin.
Hêvî dikim, hûn jî bi pêşniyar û rexneyên xwe pişt bidin vê xebata pîroz. Em bi hev re zimanê xwe geş bikin û pêş ve bibin.
Şêxmûs ASLAN   Zivistan 2018

Berhem : Lêkolînek li ser RÊZIMANA KURDÎ (Kurmancî)

Niviskarkar: Şêxmûs Aslan
Cih û tarîhaçapê: Stockholm -2018
ISBN          : 978-91-88475-07-7
Rûpel       : 413 rûpel,
Biha/pris  : 220 SEK

FERHENGA GOTARÊN ZANISTÎ

Amedekar: Zagrosê Haco

FERHENGA GOTARÊN ZANISTÎ ferhengek taybete. Bêjeyên zanîstî û teknîkî di nava nivîsan de hatine bi kar anîn. Nivîsên beşên zanistî û teknîkî kurt, dagirtî û bi kurdîyek rewan in. Di pêşgotina xwe de nivîskar Zagrosê Haco weha dinivîse: ” Mabesta min ne tenê danîna fakta û agahdariyê dawî ji zanînê li ber destê xwendevanan, mabesta min ew bû ji ko em termînolojiya zanistî û teknîkî di zimanê rojane de bi awakî xwezayî bi kar bênin. Bi karanîna termînolojîyêya navneteweyî ziyanê nagehêne zimên eger piranîya civakê tê bigîhe, lê hezkirineke min ya taybet ji bêjeyên resen re heye û hêvî dikim ko ewbêne parastin û nûjenkirin….”

…. ”min tê de(malperek kurdî) gotar ji gelek warên zanistê wergerandin û belavkirin. Keşeya herî mezin li ber min peydekirina bêjeyên kurdî yên termînolojîya zanistî bû, tevlî ko çend ferhengên giranbiha li ber destê min hebûn. Hin bêjên klasî hebûn wek zêr bi nirx bûn, lê ew nenaskirî û ne standard bûn. Wek nimûne navên laşên gerdûnî : exter, Tîr (Mercury, Gelawêj (Venûs), Zemîn (Earth), Behram (Mars), Kerwan (Saturn), Bercîs (Jupîter) û yên mayî, em navê wan bi zimnên beyanî dibêjin û me yên kurdî ji bîr kirîye…..”

Ferhenga gotarên zanistî de nêzî 500 bêjeyên teknîkî û zanistî hene. Ev bêje di nava babetên, mijarên teknîkî û zanistî de bi nivîsên kurd hetine xemilandin. Nivîs rewan, ziman gelek xweş e. Şagirdên Lîseyê di karin nivîsan bi ferhengokên xwe ve di dersên xwe de bixwînin. Kîlera xwe ya bêjeyan dewlemend, xwendina xwe ya kurdî bibin astekî bilind.

FERHENGA GOTARÊN ZANISTÎ

Niviskarkar: Zagrosê Haco

Cih û tarîhaçapê: Stockholm –2017

ISBN:           978-91-88475-03-9

Xwedî:          Kurdiska Pedagogiska Centrum

Rûpel:          204 rûpel, wêne bi reng in

Biha:                                  149 SK


 

RASTNIVÎSÎNA KURDÎ

Nivîskar : Nîzamettîn Akkurt

Ev berhem ji alîyê birêz nivîskar Nîzamettîn Akkurt ve hatîye amadekirin. Berhem bi şêwazeka akademîk hatîye amadekirin. Çavkaniyek hêja û ji bo şagirdên zimanê kurdî berhemek pêwîste.

Hewcedarîya kurdîhezan bi berhemek weha hebû. Navaroka berhemê gelek dewlemend e. Deng û tîp, dengdêr, rengdêr, lêker, lêker û tewandina wan, cînav û cureyên wan….hw.

Rastnivîsîna zimanê kurdî/kurmancî bi dûr û dirêj di pirtûkê de cîhgirtîye. Her babet bi serê xwe hatîye pêşkeş kirin.

Yênku (mezin an şagirdên dibistanan) pêwîstîyan wan bi fêrbûna rastnivîsîna zimanê kurdî hebe dikarin ji berhemê sûd bigirin. Di warê rastnivîsîn û zimansazîyê de bersîva gele kasteng û probleman berhem pêşkeşî me dike.  123 pel bi giş qurm, şax, rişe û guylên ziman ve hatiye dagirtin.

RastnivîsînaKurdî

Niviskarkar: NîzamettînAkkurt

Cih û tarîhaçapê: Stockholm –2013

ISBN:           978-91-978904-3-4

Xwedî:          Kurdiska Pedagogiska Centrum

Rûpel:          123 rûpel

Biha:           159 SK


PEDEGOJÎ

”Bi perspektîve dîrokî”

Pêşgotin

Ji bo proseya fêrbûnê, pedagojî gelek modelên fêrbûnê û fêrkirinê radixe ber çavan. Her mirovekî şiyanên fêrbûn, zanabûn û pêşketinê hene. Lê pirs ew e, dê mirov çawa rewşeke xweş û geş peyda bike ji bo wergirtina zanîn û zanistan? Pedagojî têgeha li ser civakê û rola dibistanê di civakê de zelal dike. Di rewşeke ne azad de takekes delîve tune ye ku li ser jiyana xwe biryarê bide. Rola dibistanê weke instîtuyeke perwerdê û fêrkirinê ji bo guhertina vê rewşê pir girîng e.

Di vê pirtûkê de min hewil daye ku girîngiya fêrbûna pir-alî, pêşketina jiyan û kesayetiya genc û zarokan diyar bikim. Bêy zanist û zanabûn mirov nikare civakekê li ser bingehên dirust û saxlem pêş de bibe. Serekaniyên vê pirtûkê gelek ji teoriyên felsefeya fêrbûnê û têgehên cuda li ser şiyanên mirov zelal dike û ezmûnên welatên pêşkeftî di vî warî de, naveroka pirtûkê tejî dike.

Armanca herî girîng ya vê pirtûkê girîngîdan bi fêrbûna pir alî, avakirina kesayetiyeke bihêz û bixwe bawer ji bo şagirtan ku bikaribin di pêşerojê de berpirsyariya pêşxistina civakeke saxlem, medenî û demokrat li ser milên xwe dane.

Rojavayê Kurdistan ber bi xurtbûnê ve çû û perwerdekirina bi zimanê kurdî bo mijareke giring, dibistanên kurdî li Rojava hatin vekirin û bi dehan mamoste di nava karûxebatê de cî girtin min pêwîst dît ku hinek babetên ku min berî nuha di pirtûka HIZIRKIRIN Û FÊRBûNA ZAROKÎ bi tîpên erebî nivîsandibû û çend babetên din ji bo mamosteyên kurd, hem li Bakur hem jî li Rojava mifa jê bigrin binvîsim.

Hîvîdar im ku ev pirtûk ji hemû mamoste, dayk, bav û her kesê têkiliyên perwerdeyê heye bibe alîkar ji bo perwerdekirineke nujen, demokrat û li ser bingehên mirovatî bibe pencereyeka ronahiyê.

Ez dixazim li vir sipasiyên xwe pêşkeşî mamostayê birêz Amed Tigrîs bikim ji bo ku zehmetî kişandin, ev pirtûk bi hûrikî xwend û şaşiyên zimên sererast kirin. Mamoste Tigrîs ji min re telefon kir û got ku hinek peyv û devokên heremî jî tê de hene lê dîsan tê famkirin. Helbet min hewildaye ku tev xandevanên kurdiyê bikarbin tê bigehin û mifa jê bigrin. Eger hinek hevokên gundê min jî têde hebin bila ew jî bibe zengîniya zimên.

Nazif Mayi

PEDAGOJÎ Bi perspektîvek dîrokî

Niviskarkar: Nazif Mayî

Cih û tarîhaçapê: Stockholm –2015

ISBN:           978-91-982878-2-0

Xwedî:          Kurdiska Pedagogiska Centrum

Rûpel:          230 rûpel

Biha:         155 SEK


Ferheng :Kurdî Tirkî – Tirki Kurdî

FERHENG & SÖZLÜK

Nivîskar :Q. Bateyî

Ji bo şagird û qursên kurdî hatiye amade kirin. Di beşa kurdî de 8300 bêje hatiye bi kar anîn. Di ya tirkîde 7200 bêje hene. Li hember kurdî bêjeyên kurdî û li hember Tirkî bêjeyên kurdî hatine destnîşan kirin. Ferhengek sade, ji bo ciwan û şagird fêrî kurdî bibin hatîye amade kirin.

FERHENG & SÖZLÜK (Tirkî-Kurdî / Kurdî – Tirkî)

Nivîskar : Q. Bateyî

No: 017-15

ISBN: 6055081157 (tr)

Pelg: 416

Biha: 143 SEK