GYMNASIET/ LÎSE

Ji bo pêngava bilind û Lîseyê

  • MEM Û ZÎN                                               SLUT

Nivîskar:  Ehmedê Xanî

Mamoste, nivîskar Mistefa Uzun bi metodekê nûjen ev klasîkên kurdî ji bo ciwan û şagirdên kurd ji nû ve nivisî ye. Bi zimanekî  hêsa û xweş, bi metodekê nûjen û pedagojîk berheman rengandiye.

Wêneyên berheman bi taybet ji aliyê wênekêşan ve hatine çêkirinê. Estetîk û navaroka berheman bo ciwanên kurd pir xweşik li hev hatine honandin. Mamost dikarin di polên dibistana bilind û Lîseyê de bi kar bînin.

Berham: Mem û Zîn
Nivîskar: Ehmedê Xanî
Ji nu ve nivîsandin: Mistefa Uzun
Cih û dema çapê: Stokholm 2015
ISBN: 978-91-981549-5-5
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 44 rûpel, wêne bi reng in

Biha: 120 SEK


PIRTÛKA XEBATÊ YA PIRTÛKA

MEM Û ZÎNÊ                                                   SLUT

Pirtûka xebatê gor navaroka berhemê hatîye amade kirin.

Bi xwendina pirtûkê re ew dikarin bersîbva pirsan di pirtûka xebatê de binivîsin û bidin. Bi ev metodê têgîhîştina wan ya li ser navaroka pirtûkê xurt û baştirîn dibe.

Pirtûka Xebatê

ya pirtûka Mem û Zîn ê
Nivîskar: Biha/pris:
Ji nu ve nivîsandin: Mistefa Uzun
Cih û dema çapê: Stockholm 2015
ISBN: 978-91-982878-1-3
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 44 rûpel, wêne bi reng

Biha: 40 SEK


Ji bo dibistana bilind û Lîseyê (pol: 7,8,9,10,11,12)

INSAN Û CIVAK

Nivîskar :M. Elî Tuysuz

 Divê ku her pirtûka li ser civakê bi însên destpêbike. Dûre mirov behsa civak û pirsgirêkên civakê bike. Min jî wisa kir. Tekst ji dû hev hatin û ew pirtûka zanyariya civakî derket holê. …..

Lê hêvî ji bo pêşerojê dê her tim hebe. Hêvî ji bo însanên baş, civakên baş, wekhev, demokratîk û pêştir namire. Bi vê hêvîyê û bi hêviya ku ev pirtûk him bi naveroka xwe hem jî ji ber ku bi kurdî ye, ji bo pêşerojê, ji bo azadbûna gelê kurd bibe alîkar, ez xatir ji we dixwazim. …..

Mebesta vê pirtûkê ne fêrkirina kûrdi ye. Naveroka vê pirtûkê bi kurdî belakirina zanyariya civakî ye. Ez bawer dikim ku xwendekarên dibistana navîn, lîse û xwendevanên mezin û mamosteyên zimanê dayikê dê van tekstan bixwînin û di dibistanan de bi kar bînin. Ew pirtûk ji bo fêrbûn û pêşvebirina zimanê kurdî(kurmancî) helbet haceteke girîng e. Ji aliyê naverokê ve jî dagirtî ye. Însan, perwerde, ol, aborî, raman, ideolojî, partî, hilbijartin, netewe, dewlet, kar, bêkarî û gelek xalên din ku bi însên û civakê ve girêdayî ne, di vê pirtûkê de bi awayekî fireh tên hunandin û şirovekirin. Di her beşê de bersiva pirs û gotinên wek kî, çi, çawa, ji bo çi tê dayîn.

Di vê pirtûkê de bi deh hezaran peyv, gotin û hevok hene. Yên ku hinekî kurdî-kurmancî dizanin, dikarin bir alikariya vê pirtûkê li ser civak, bawerî, ol, aborî, siyasetê û gelek mijarên din bi pêş ve biçin û biaxifin. Ez hêvîdar im ku naveroka vê pirtûkê zanyariya gelê kurd bi kurdî zêde bike, zimanê kurdî di perwerdê de bi pêş ve bibe. Herçiqas ev pirtûk bi kurdî be jî giranî ne li ser kurd û Kurdîstanê ye. Bi giştî li ser însên û civakan e. Lê dîsa jî di gelek beşan de bi çend rêzan behsa pirsgirêkên însan û civata kurd hatiye kirin.

……Û

dîsa divê li vir bête gotin ku min nêzîka bîst salan li derveyê welêt mamostetî kir. Min him dersên kurdî û hem jî bi zimenên biyanê mamostetî di dersên zanyariya civakî de kiriye. Ew tecrûbe jî ji bo nivîsandina vê pirtûkê bingeheka hêca bû.

(Di şûna nasandina pirtûkê de me çend hevok ji pêşgotina mamoste M.Alî Tuysuz girt.)

ÎNSAN Û CIVAK
Nivîskar: M.Alî Tuysuz
Cih û dema çapê: Stockholm – 2014
ISBN: 978-91-981549-2-4
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 102 rûpel, wêne bi reng in

Biha/pris: 169 SEK


Ji bo dersên dibistana bilind û Lîseyê               (pol: 7,8,9,10,11,12)

DERSÊN KURDÎ

Ev pirtûk ji bo pêngava bilind, ji bo şagirdên polên 6,7,8 û 9an hatiye amadekirin. Her wiha mamoste dikarin di dersên Lîseyê de jî vê xebatê bi kar bînin.

Nivîsên sivik, rêziman, çand û edebiyata kurdî di pirtûkê de hene. Bi giranî hin taybetiyên civaka sivîl û jiyana kurdî di nava nivîsan de hatine bicîhkirin.

Nivîsên di pirtûkê de cih digirin bi zanatî bi zimanekî sivik û nerm hatine amadekirin. Beşên rêzimana kurdî ji bo hînbûna destpêkê ne.

Di beşa edebiyatê de me xwest ku şagirdên kurd navên helbestvan , nivîskar, hozan û rewşenbîrên kurd ên berê û dema nû hîn bibin, jiyana wan bi kurtahî bixwînin, bi pirs û bersîvên xwe li ser jiyana wan rawestin. Herî kêm wêneyên berhemên wan bibînin. Ji berhemên wan kurtenivîs, helbest, çîrok an jî hîkayeyekê bixwînin. Mebest ji vê yekê ew e ku şagird dîroka edebiyata kurdî di asteke gelek sivik û hêsan de bi pirs û bersîvan karibin şîrove bikin.

Dîroka kurdî bi hin bûyerên dîrokî ve, kin û kurt di pirtûkê de cîh girtine. Nîşan û nirxên neteweyî (ala, Ey Reqîb û hwd.) di pirtûkê de ciyekî taybet girtine. Me bi zanebûn ji edebiyata cîhanê hindik minak wergirtin. Weke Yaşar Kemal, Strenberg, M. Derwêş. Di warê metodê de me xwest ku şagird di wan pelên pêhînbûnê de bi pirs û bersivan li ser babetan sohbet bikin û her wiha li wateya bêjeyan bigerin. Bi nivîsên kurt danasîn di pirtûkê de cih girtine ku ew di derbarê rojên girîng, rêxistinên mafê mirovan, helbestvan, stranbej û nivîskaran de ne. Li ser daxwaza gelek mamosteyan me ferhengeke dirêj ku bi çar zimanan  di pirtûkê de amade kiriye.Lê beşa herî mezin û girîng beşa pêhîniyan ne. Şagird dikarin bi van pêhîniyan babetan baştir hîn bibin.

Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzamettîn Akkurt, Dersîm Tekeş, Gabar Çiyan û Yusef Erdem bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine.

DERSÊN KURDÎ
Nivîskar: M.Hakki Balta (B.Welatevîn)
Cih û dema çapê:  Stockholm – 2013
ISBN: 978-91-977904-2-7
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska  Centrum
Rûpel: 195 rûpel, wêne bi reng in

Biha/pris: 169 SEK


Ji bo dibistana bilind/Lîse yê. Pol: 10,11, 12

FERHENGA GOTARÊN ZANISTÎ

Nivîskar: Zagrosê Haco

Ferheng ne ferhengek klasîke. Nêzî 500 bêjeyên teknîkê di nava nivîsên kurt de hatine bi kar anîn. Nivîs kurt û hevoksazî gor rewşa teknîkê hatine ava kirin. Babeta nivîsan balkêş in. Mamoste dikarin van nivîsan di dersên xwe de bi kar bînin. Di nava van nivîsan de şagird dikarin jî bêjeyên teknîkê fêr bibin. Û dikarin kurdiya xwe bigîhînin astek bilind.Di pêşgotina xwe de nivîskar jî weha nivîsîye:

”Dezgeha Kurdiska pedagogiska centrum gotarên min dane hev û navê Ferheng li wan kir. Gotar bi piranî li ser zanist û teknîkê ne…….

…… Mebesta min ne tenê danîna fakta û agahdariyên dawî ji zanînê li ber destê xwendevan, mebesta min ew bû jî ko em termînolojiya zanistî û tenîkî di zimanê rojane de bi awakî xwezayî bi kar bênin. Bikaranîna termînolojiya navneteweyî ziyanê nagehêne zimên eger piraniya civakê tê bigehe, lê hezkirineke min ya taybet ji bêjeyên resen re heye û hêvî dikim ko ew bêne parastin û nûjenkirin……… Min tê de gotar ji gelek warên zanistê wergerandin û belavkirin. Kêşeya herî mezin li ber min peydekirina bêjeyên kurdî yên termînolojiya zanistî bû, tevlî ko çend ferhengên giranbiha li ber destê min hebûn. Hin bêjên klasîk hebûn wek zêr bi nirx bûn, lê ew nenaskirî û ne standard bûn. Wek nimûne navên laşên gerdûnî: exter (planet), Tîr (Mercury), Gelewêj (Venus), Zemîn (Earth), Behram (Mars), Keywan (Saturn), Bercîs (Jupiter) û yên mayî, em navê wan bi zimanên beyanî dibêjin û me yên kurdî ji bîr kirine.

Zimanê kurdî di warê çandê de gehaye astekî bilind. Ez dibînim ko dive ziman di hemû waran de mil bi mil bi hev re bi pêş de here û li ser astî bin.” Zagrosê Haco

Berhem:  Ferhenga Gotarên Zanistî
Nivîskar: Zagrosê Haco
Cih û dema çapê: Stockholm – 2016
ISBN: 978-91-88475-03-9
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 204 rûpel

Biha/pris: 159 SEK



Ji bo dibistana lîse yê û dibistana bilind.

Pol: 6,7,8,9,10,11,12

ÇARÎ (Kurteçîrok)

 

Nivîskar: Serkan Birûsk

Nivîskar Serkan Birûsk bi metodeke nûjen, bi zimanekî hêsa û xweş, ev berhem nivîsandiye.

Çîrokek tamdar, bi hest û kultura kurdî hatîye lefandin. Em bawer dikin ku bi vê metoda nûjen ê ciwanên kurd bi kêfxweşî çîrokê bixwînin û kurdîya xwe bi pêşve bibin.Wêneyên berhemê bi taybetî ji aliyê wênekêş Sileyman Rojger ve hatine çêkirin

ÇARÎ (Kurteçîrok)
Niviskar: Serkan Birûsk
Cih û tarîha çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-982878-3-7
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 34 rûpel, wêne bi reng

Biha/pris: 78 SEK


Pirtûka XEBATÊ YA ÇARÎ,

ji bo dibistana navîn û Lîseyê

Nivîskar: Serkan Birûsk

Pirtûka xebatê gor navaroka berhemê hatîye amade kirin.

Bi xwendina pirtûkê re ew dikarin bersîbva pirsan di pirtûka xebatê de binivîsin û bidin. Bi ev metodê têgîhîştina wan ya li ser navaroka pirtûkê xurt û baştirîn dibe.

PIRTÛKA XEBATÊ YA ÇARÎ

Niviskar: Serkan Birûsk
Cih û tarîha çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-982878-4-4
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 34 rûpel, wêne bi reng in

Biha/pris:  64 SEK


Ji bo dibistan bilind û Liseyê.

DERGÛŞA NASNAMEYÊ

Nivîskar: Remzî Kerîm, Jusef Erdem, Mahmud Lewendi, Haydar Otlu. Ji hêla sazîya perwerdeyê ya Swêd ve hatiye amade kirin. Komêk mamoste amade kirine û sazîya perwerdeyê ji bo şagirdên Lîseyê pirtûkê weşandîye. Paşê li Turkiyeyê hatiye çapkirin. Ev jî çapa Turkiyeyê ya ku komisyona kurdî ji nûve ji hêla Weşanxaneya Sîtavê ve hatîye amade kirin e.

Mamosteyên Lîseyê û dibistana bilind dikarin jê sûd bigirin. Pirtûk xwedî navarokek dewêlemend e. Bi gelek babetên girîng wek; dîrok, cografya, nivîskar, edebiyata kurdî .. hw hatiye dagirtin.

Dergûşa Nasnameyê
Kurdiska Pedagogiska centrum
No: 017-01
ISBN:

Biha/pris: 167 SEK