Bo pêngava bilind polên 6,7,8, 9 an .
GULDANK
Amedekar: B.Welatevîn (M.Hakki Balta)
GULDANK
Niviskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: Stockholm-2013
ISBN: 978-91-977904-2-7
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 97 rûpel, wêne bi reng
Biha/pris: 127 SEK
Bo pêngava bilind polên 6,7,8, 9 an .
DERSÊN KURDÎ
Amedekar: B.Welatevîn (M.Hakki Balta)
Ev pirtûk ji bo pêngava bilind, ji bo şagirdên polên 6,7,8 û 9an hatiye amadekirin. Her wiha mamoste dikarin di dersên Lîseyê de jî vê xebatê bi kar bînin.Nivîsên sivik, rêziman, çand û edebiyata kurdî di pirtûkê de hene. Bi giranî hin taybetiyên civaka sivîl û jiyana kurdî di nava nivîsan de hatine bicîhkirin.Navaroka pirtûkê bi gora plan û programên dersa zimanê zikmakî hatiye dagirtin.Nivîsên di pirtûkê de cih digirin bi zanatî bi zimanekî sivik û nerm hatine amadekirin. Beşên rêzimana kurdî ji bo hînbûna destpêkê ne.
Di beşa edebiyatê de me xwest ku şagirdên kurd navên helbestvan , nivîskar, hozan û rewşenbîrên kurd ên berê û dema nû hîn bibin, jiyana wan bi kurtahî bixwînin, bi pirs û bersîvên xwe li ser jiyana wan rawestin. Herî kêm wêneyên berhemên wan bibînin. Ji berhemên wan kurtenivîs, helbest, çîrok an jî hîkayeyekê bixwînin. Mebest ji vê yekê ew e ku şagird dîroka edebiyata kurdî di asteke gelek sivik û hêsan de bi pirs û bersîvan karibin şîrove bikin.Dîroka kurdî bi hin bûyerên dîrokî ve, kin û kurt di pirtûkê de cîh girtine. Nîşan û nirxên neteweyî (ala, Ey Reqîb û hwd.) di pirtûkê de ciyekî taybet girtine.Me bi zanebûn ji edebiyata cîhanê hindik minak wergirtin. Weke Yaşar Kemal, Strenberg, M. Derwêş. Di warê metodê de me xwest ku şagird di wan pelên pêhînbûnê de bi pirs û bersivan li ser babetan sohbet bikin û her wiha li wateya bêjeyan bigerin.
Bi nivîsên kurt danasîn di pirtûkê de cih girtine ku ew di derbarê rojên girîng, rêxistinên mafê mirovan, helbestvan, stranbej û nivîskaran de ne.Li ser daxwaza gelek mamosteyan me ferhengeke dirêj ku bi çar zimanan e di pirtûkê de amade kiriye.Lê beşa herî mezin û girîng beşa pêhîniyan ne. Şagird dikarin bi van pêhîniyan babetan baştir hîn bibin.
Dersên Kurdî
Niviskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: Stockholm – 2013
ISBN: 978-91-977904-2-7
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 197 rûpel, wêne bi reng
Biha/pris: 169 SEK
Ji bo pêngava bilind û Lîseyê
MEM Û ZÎN SLUT / TEVA BÛ
Nivîskar: Ehmedê Xanî
Mamoste, nivîskar Mistefa Uzun bi metodekê nûjen ev klasîkên kurdî ji bo ciwan û şagirdên kurd ji nû ve nivisî ye. Bi zimanekî hêsa û xweş, bi metodekê nûjen û pedagojîk berheman rengandiye.
Wêneyên berheman bi taybet ji aliyê wênekêşan ve hatine çêkirinê. Estetîk û navaroka berheman bo ciwanên kurd pir xweşik li hev hatine honandin.
Mamoste Mistefa Uzun di pêşgotina berhemê de weha nivisîye: ”….Min Çîroka mem û Zînê ji bo zarokan ji nû ve nivîsand”
Berhem: Mem û Zîn
Nivîskar: Ehmedê Xanî
Ji nu ve nivîsandin: Mistefa Uzun
Cih û dema çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-981549-5-5
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 44 rûpel, wêne bi reng
Biha: 120 SEK
Ji bo pêngava bilind û Lîseyê
PIRTÛKA XEBATÊ YA PIRTÛKA SLUT / TEVA BÛ
MEM Û ZÎNÊ
Pirtûka xebatê gor navaroka berhemê hatîye amade kirin.
Bi xwendina pirtûkê re ew dikarin bersîbva pirsan di pirtûka xebatê de binivîsin û bidin. Bi ev metodê têgîhîştina wan ya li ser navaroka pirtûkê xurt û baştirîn dibe.
Pirtûka Xebatê ya pirtûka Mem û Zîn ê
Nivîskar: Ehmedê Xanî
Ji nu ve nivîsandin: Mistefa Uzun
Cih û dema çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-982878-1-3
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 44rûpel, wêne bi reng in.
Biha: 40 SEK
Pirtûka ÇARÎ ji bo dibistana navîn û Lîseyê
Nivîskar: Serkan Birûsk
Nivîskar Serkan Birûsk bi metodeke nûjen, bi zimanekî hêsa û xweş, ev berhem nivîsandiye.
Çîrokek tamdar, bi hest û kultura kurdî hatîye lefandin. Em bawer dikin ku bi vê metoda nûjen ê ciwanên kurd bi kêfxweşî çîrokê bixwînin û kurdîya xwe bi pêşve bibin.Wêneyên berhemê bi taybetî ji aliyê wênekêş Sileyman Rojger ve hatine çêkirin.
Berhem: ÇARÎ (Kurteçîrok)
Niviskar: Serkan Birûsk
Cih û tarîha çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-982878-3-7
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 34 rûpel, wêne bi reng
Biha: 78 SEK
Pirtûka XEBATÊ YA ÇARÎ, ji bo dibistana navîn û Lîseyê
Nivîskar: Serkan Birûsk
Pirtûka xebatê gor navaroka berhemê hatîye amade kirin.
Bi xwendina pirtûkê re ew dikarin bersîbva pirsan di pirtûka xebatê de binivîsin û bidin. Bi ev metodê têgîhîştina wan ya li ser navaroka pirtûkê xurt û baştirîn dibe.
PIRTÛKA XEBATÊ YA ÇARÎ
Niviskar: Serkan Birûsk
Cih û tarîha çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-982878-4-4
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 34 rûpel, wêne bi reng
Biha/pris: 64 SEK
Ji bo dibistana lîse yê û polên bilind e. Pol: 7,8,9,10,11,12
INSAN Û CIVAK
Nivîskar: M. Elî Tuysuz
Divê ku her pirtûka li ser civakê bi însên destpêbike. Dûre mirov behsa civak û pirsgirêkên civakê bike. Min jî wisa kir. Tekst ji dû hev hatin û ew pirtûka zanyariya civakî derket holê. ……..
Ji bo ku mirov baştir îro fêm bike, ez çûm dîrokê, civak, însan, raman û olên destpêkê. Ji vir ez hatim rojên îro ku ev bi globalîzmê tê binavkirin. Encama ku min ji vê hûrandina zanyariya dîrokê derxist çêbûna hêzê bû. Însan dixwaze bibe xwediyê hêzê. Hêz berjewendî û mulkîyetê peyda dike. Berjewendî û mulkîyet riya humanîzmê ji ber gelek însan û civakan digre. Zor û êşandin dibe armanc. Nirxên însanî ji holê radibin. Sîstemen xerab wisa ava dibin…..
Mebesta vê pirtûkê ne fêrkirina kûrdi ye. Naveroka vê pirtûkê bi kurdî belakirina zanyariya civakî ye. Ez bawer dikim ku xwendekarên dibistana navîn, lîse û xwendevanên mezin û mamosteyên zimanê dayikê dê van tekstan bixwînin û di dibistanan de bi kar bînin. Ew pirtûk ji bo fêrbûn û pêşvebirina zimanê kurdî(kurmancî) helbet haceteke girîng e. Ji aliyê naverokê ve jî dagirtî ye. Însan, perwerde, ol, aborî, raman, ideolojî, partî, hilbijartin, netewe, dewlet, kar, bêkarî û gelek xalên din ku bi însên û civakê ve girêdayî ne, di vê pirtûkê de bi awayekî fireh tên hunandin û şirovekirin. Di her beşê de bersiva pirs û gotinên wek kî, çi, çawa, ji bo çi tê dayîn.
Di vê pirtûkê de bi deh hezaran peyv, gotin û hevok hene. Yên ku hinekî kurdî-kurmancî dizanin, dikarin bir alikariya vê pirtûkê li ser civak, bawerî, ol, aborî, siyasetê û gelek mijarên din bi pêş ve biçin û biaxifin. Ez hêvîdar im ku naveroka vê pirtûkê zanyariya gelê kurd bi kurdî zêde bike, zimanê kurdî di perwerdê de bi pêş ve bibe. Herçiqas ev pirtûk bi kurdî be jî giranî ne li ser kurd û Kurdîstanê ye. Bi giştî li ser însên û civakan e. Lê dîsa jî di gelek beşan de bi çend rêzan behsa pirsgirêkên însan û civata kurd hatiye kirin.Divê bête gotin ku ew pirtûk deh sal berê hat nivîsandin. Lê ji bo gelek sedeman, -di nav de nebaşiya tenduristiya min- heta îro ma. Îsal min hemû beş ber çav re derbas kir û dît ku ji bê çend hevokan guhertinê re pêwîstî tuneye. Mumkûn e wek tê xwestin nebe, lê dîsa jî bi hemû kêmasîyên xwe pêwîstî bi pirtûkek wiha heye………..Li vir ez spasî ji bo xebatkarên Navenda Pedagojî ya Kurdî, B. Welatevîn û mamoste Amed Tîgrîs (Mekî) dikim. Bi alîkariya wan ev pirtûk bi zimanekê pakîj û rêk û pêk çû çapxanê.
Di şûna hevok ji pêşgotina nivîskarê berhemê M. Alî Tuysuz
ÎNSAN Û CIVAK
Nivîskar: M.Alî Tuysuz
Cih û dema çapê: Stockholm – 2014
ISBN: 978-91-981549-2-4
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 268 rûpel, wêne bi reng in
Biha: 169 SEK





