MELLANSTADIET / PÊNGAVA NAVÎN

Ji bo pêngava navîn. (pol /sinif: 4,5,6)

DERSÊN ME KURDI – 2

Ji bo pêngava nizim di sala 1998 de bi navê pîvok min pirtûkeke amade kiribû. Min ew pirtûkê ji nu ve bi metodek nûjen, navaroka wî dewlemend kir. Em li ser bingehê wî bi dewlemend kirinan babet, rê û rêçikên ku şagird li ser bixebitin xebitîn. Beşên rêzimanî ji nu ve hatin amadekirin. Nivîs kurt, hêsa û hevok gelek sadene. Navarok gorî bernameya pêngava nizim û navîn ya zimanê zikmakî li Swêd e. Şagird bi bêjeyên belavkirî gevokan sererast ava bikin. Li bêjeya rast bigerin û cihê vala yê hevokan temam bikin. Di xaçepirsan de bêjeyên ku di nivîsê de hatine bikar anîn bibînin. Wêneyên pirtûkan rengînin, bi westatî Suleyman Rojger çêkir.Paşê nivîs ji hêla Amed Tîgrîs û Dersîm Tekeş ve hatin redakte kirin. Em ji herdu mamostan re ji bo alîkarî û  hevpêşeya wan spasdar in.Bi hêvîya perwerde û hindekarîyeke serketî.    M.Hakki Balta (B.Welatevîn)

DERSÊN ME Kurdî – 2

Nivîskar : M.Hakki Balta
Cih û dema çapê: Stockholm – 2015
ISBN: 978-91-981549-9-3
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska   Centrum
Rûpel: 130 rûpel, wêne bi reng

Biha/pris: 149 SEK


Ji bo pêngava bilind û nizim (pol/sinif : 1,2,3,4,5,6)

DOSYAYA TEMAYÊN ME

Ev dosya ji bo xebata temayan, bo mamostan hatiye amade kirin. 25 tema bi wêneyên rengîn û naylonkirî hatine amade kirin. Dema mamoste bi temayan bixebitin dikarin wêneyên temayan bi kar bînin.

NAVAROK:

1-Saet 2-Sal û rojzêde 3-Sal û Meh 4-Di saleke de 4 demsal 5-Rojên hefteyê 6-Mehên salê      7-Mehên Salê (1-6) bi wêne 9-Mehên Salê (7-12) bi wêne 10-Demsal BIHAR (wêne) 11-Demsal HAVÎN (wêne) 12-Demsal PAYÎZ (wêne) 13-Demsal ZIVISTAN (wêne) 14-Rengên Me 15-Alaya Me 16-Nexşeya Kurdistanê 17-Nexşeya Kurdistanê 18-Hijmar (0-9) bi wêne 19-Alfabeya Kurdî 20-Meyweyên Me 21-Sebzeyên Me 22-Heywanên Kovî 23-Heywanên Kedî 24-Balinde     25-Kincên Me

Alav no: 011

Biha/pris: 599 SEK


 ji bo palên 3,4,5

GULBIHAR KURDÎ KURMANCÎ – 2

Ev berhem Gulbihar KURD Kurmancî – 1 û Gulbihar KURDÎ Kurmancî – 2, ji hêla Navenda pedagojiyê ya kurdî ve hatine amadekirin.

Mamoste  B.Welatevîn di sala 2005 an de ev berheman bi navê GULBIHAR destpêka xwendinê  amade kiribû û weşandibû.Bi metod, navarok û riyên xebateke nûjen me ew pirtûkê ji nû ve amade kir. Hin bi beşên rêzimana kurdî, babetên nû, ferhengeke dewlemend ya bi wêne û bi xaçepirs, pirs û bersîvan berhem hatin dewlemendkirin, kir ku berhem bibine nûjentir. Di bikaranîna pirtûkê de mamoste alîkar e, şagird aktîf in Berhem bi yek hevokekê dest pê dike. Gav bi gav hevok zêde dibe. Dixwîne, dinivîse, bersîva pirsan dide, xaçepirsan dadigre. Wêne giş rengînin. Beşên rîzimana zimanê kurdî bi asteke nizim di pirtûkan de hatiye amade kirin. Bi riyên nu li bêjeyan digere, bêje û wêneyan digîne hev. Besîva pirsan dide, dinivîse.Em spasdarê zimanzan û mamosteyên hêja, Nîzamettîn Akkurt, Nîşan Bamernî, Mem Dogala, Yusef Bamernî,û Zagros Hajo in.

Berhem: GULBIHAR KURDÎ KURMANCÎ – 2
Nivîskar: M.Hakki Balta (B.Welatevîn)
Cih û dema çapê: Stockholm – 2016
ISBN: 978-91-982878-6-8
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 110 rûpel,wêne bi reng in

Biha/pris: 148 SK


GULBIHAR LALIŞ – 2

(Serkaniya zimanê kurdî)

Amadekar: M.Hakki Balta & Kamel Saka

Divê pedagog di destpêkê de ji şagirdên xwe re nebêjin, ”ev gotin ne kurdî ye”,”kurdîya te ne baş e”, ”tu peyvên ne kurdî bi kar tînî”, ”kurdiya gund, mal an jî malbata te ne kurdiyeka baş û paqij e”. Tu sûda vê ji perwerdehiyê re nîn e. Helwesteka wiha zarokan ji zimanê dayikê, ji zimanê gelê wan, ji zimanê bingehîn sar dike û wan jê dûr dixe. Di heman demê de statûya zimanê kurdî bi helwestên wisa sivik û reş dibe. Ew dihêle ku li ba kesên din bi zimanê xwe nepeyîvin û wilfa xwe bidin ser zimanên biyanî. Ev yek dikare bibe astenga herî mezin li ber fêrbûna zimanê kurdî. Di heman demê de ku em dibêjin divê destpêk bi zimanê dayikê be nayê wê wateyê ku ê ew bêjeyên hevwate bi kar neynin. Di destpêkê de ew ê wan bibîhîsin, bibînin ku derfeta bikaranîna awayên cuda jî heye. Derfeta zêde û cuda bikaranîna peyvên kurdî ê bihêle ku ramana wan a hêza axaftinê pêştir bikeve. Ji bo vê yekê me ferhengokeka dewlemend amade kiriye bi wêne û bêjeyên ku êdî piraniya kurdan bi kar tînin. Me li ber bêjeyan jî bêjeyên nedeyinkirî nivisiye. Di hemû pelan w bêje hatine destnîşan kirin. Me hewl daye ku em hevokan bi bêjeyên wan ava bikin. Heft mamosteyan ku piranîya wan bi zarokên kurdên êzîdî re kar dikin van berheman di ber çavan re derbas kirine. Helbestvanê êzîdî Şakir Mado li ser gotin, hevoksazî û devoka ku kurdên êzîdî bi kar tînin xebitiye û rengekî xweş daye pirtûkan.

Weke ku tê zanîn di sala 2005an de ev xebat bi navê Gulbiharê ji aliyê B.Welatevîn ve hatiye amadekirin û weşandin. Me ev pirtûk bi metod û perspektîfeka nûjen ji bo perwerdeya zarokên kurd yên êzîdî ji nû ve amade kir. Laliş serkaniya kurdî-1 û Laliş serkaniya kurdî-2 bi vê baweriyê hatine amadekirin. Ez hêvî dikim ku zarokên kurdên êzîdî ê bi dilxweşî bi van pirtûkan ji kurdiya xwe hez bikin û pêşve bibin. Kamel Saka, Şakir Mado (helbestvanê Êzîdî), Mamoste, Mem Dogala, Dêrsim Tekes, Nîşhan Bamernî, Jusef erdem,  Serdar Kalaba. Em sipasdarê van mamosteyan in.

Berhem: Gulbihar LALIŞ – 2
Nivîskar: M.Hakki Balta & Kamel Saka
Cih û dema çapê: Stockholm – 2016
ISBN: 978-91-982878-9-9
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 114 rûpel, wêne bi reng in

Biha/pris: 146 SEK


Ji bo polên/sinifên 1,2,3,4,5,6     

GULISTANA ÇÎROKAN

Werger : B.Welatevîn

Çirokên pirtûkê ji zimanê swêdî hatine wergerandin. Çîrokên gelên din in. Ev çîrok ji bo temaya ajel û balindeyan hatine hilbijartin. Hin çîrok jî ji floklora kurdî hatine amadekirin.

Demek dirêj şagirdên min van çîrokan di dersên xwe de xebitandin. Gorî daxwaza wan ji nava komên çîrokan me 71 kurte çîrok hilbijart. Di xebatên temayan de demek dirêj hatin xebitandin. Ev pirtûk bi xebatek weha derketiye holê.

Çîrokên kin, bi zimanek sade û sivik hatine wergerandin. Di xebatên temayan de mamoste/a pir rehet dikarin wan bi kar bînin.

Berhem:  Gulistana Çîrokan
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2003 – Stockholm
ISBN: 978-91-981549-0-0
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 78, bi wêne

Biha/pris: 136 SEK


Ji bo polên / sinifên 3, 4, 5, 6

KURDIYA ŞIRÎN – 2

Ev pirtûk ji bo zarokên 8,9,10 salî, ji bo sinifên 3,4,5,6 an hatiye amadekirin.

Nivîs, xaçepirs û navaroka babetan gorî xebatên temayên cûrbecur hatine amadekirin. Wek temayên; heywanên kedî, heywanên kovî, meywe, sebze,, alavên malê, alavên muzîkê, navgînî, tişên li sinifê, dibistanê , li parka zarokan, li asîman, xweza, dem, kinc, organ, xwarin û vexwarinên me û hw…Şagird dikarin bi tena serê xwe bixwebitin. Dikarin wêneyên tiştên li derûdora xwe bibînin, navên wan bixwînin û binivîsin.Di xebatên temayan de beş pir baş dikare bêne xebitandin.Bi kurtahî û gelek sivik babetên giramerê(lêker, navdêr, cînav, rengdêr, û hwd..) bi metodek hêsa hatine pêşkeşkirin. Bi nivîsên kurt, bi tiştanok, stran, çîrok, bi bêjeyên hevmane, berevaj bi wêneyên ciwan navaroka pirtûkê hatiye dewlemend kirin ku şagird bi kêf bikaribin bixebitin.

KURDIYA ŞIRÎN – 2
Nivîskar: B.Welatevîn
Cih û tarîha çapê: 2004 – Stockholm
ISBN: 914383-4-0
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 84 rûpel

Biha/pris: 155 SEK


Ji bo dibistanê, pêngava nizim û navîn(låg och mellanstadiet)          Pol / sinif/ : 4-6

ZIMAN Û BABET

Amadekar : Nîşan Bamernî

Berhem ji bo polên 4-6 an hatiye amade kirin. Bi metodek nûjen wek tema babet hatine nivîsîn. Bi pirs û bersîvan navaroka temayan şagird şîrove dikin, dixwînin, dinivîsîn û lê digerin.

Navarok bi van babetan hetîye dagirtin: Ez, Malbat, Ajel, Payîz, Hevaltî, Dûrvegera avê, Zivistan, Çîrok, Hez, Bihar in.

Wêneyên babetan rengînin. Bi pirsan babet hatine xemilandin û di hevokan de cîh vala hatine hêştin ku şagird bi serê xwe bikaribin bixebitin, pirsan bibersivînin. Nivîs kurt, herikandi û bi reng û hestên kurdî dagirtîne. Devoka başûr bi rewanîya xwe tamek xweş daye bab

Berhem: Ziman û Babet
Nivîskar: Nîşan Bamernî
Cih û dema çapê: Stockholm 2016
ISBN: 978-91-9811549-1-7
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 100 rûpel, wêne bi reng in

Biha/pris: 156 SEK


KULÎLIKÊN (ÇÎÇEKÊN) ME 

Ji bo nasîna kulîlikan hatiye amade kirin. Şagird wêneya kulîlikê direngînin, navê wî dinivîsin.

Wêneyên kulîlikan yên rastîn di pirtûkê de hatiye bi cîh kirin. Şagirt dikarin rasiya kûlîlikan bibînin.

Ferhenga navê kulîlikan bi çar zimanan di berhemê de bi cîh bûye. Di hen pelgan de wêneyên vala yên beşên kulîlikê hene. Şagird li ser navê wan dixebitin.

Bi kurtahî bergirtina kulîlikan hatiye nivîsîn û bi wêne hatiye dîyarkirin. Polên dibistana navîn de pirtûk wek tema dikare bê bikar anîn. Şagirdên dibistana bilind jî dikarin bi kar bînin.

 

Amedekar: B.Welatevîn
Cih û tarîhaçapê: Stockholm – 2010
ISBN: 978-91-978904-1-0
Xwedî: Kurdiska Pedagogiska Centrum
Rûpel: 40 rûpel

Biha/pris: 75 SEK


COGRAFYA – 1     (Kurterastî ji bo cografyayê)

Amedekar: A.Tîgrîs & B.Welatevîn

Em pêwîstî nadînin li ser pêşgitina çapa yekem gotin zêde bikin. Lê di vî çapa duyem de me nexşeyên rengîn tê de bi cîh kirîye. Û me hin kêmasîyan sererast kirîye. B.Welatevîn

Pêşgotin (çapa yekem)

Wekî ku hemû mamosteyên zimanê kurdî pê dizanin, ji bo şagirdên dibistanê, bi kurdî pirtûk û meteryalên perwerde û hîndekarîyê gelek kêm in. Yên ku hene jî, di van çend salên dawî de, li Swêdê hatin çap û amadekirin. Hema hema mirov dikare bêje, ji derê Swêdê, di vî warî de, karê weha ne hatîye kirin. Me herduyan xwest û hewl da, ku di warê bingehîya cografyayê de, bi awekî rast û kurt, hinek babetan amade bikin. Lê, wekî ku dîyar e, ev karê me ne tenê karekî ji bo cografyayê ye. Ji navê wê dîyar e, Kurterastî ye, Ev ji bo kar û xebata cografyayê gaveke zanyarî û rêasîyê ye. Ev gava yekem e. Di vî warî de, gava duyem jî, cografyaya Kurdistanê ye. Ev ji bo xwendin û bikaranîna cografya Kurdistanê jî, dê bibe rêber û zanistîyeke biçûk û kêrhatî. Niha cografyaya Kurdistanê, li ser çap û amadekirinê ye.

Şagird, ji xwe di sinifên xwe de, bi firehî van babetan dixwînin, lê armanc bi zimanê xwe xwndin e. Di dema xwendinê de şagird, hm ji alîyê moral û hem jî , ji alîyê zimanê xwe ve, serbilind dibin û pêş dukevin. Kurdî û swêdî didin berhev du. Peyv û termên nû fêr dibin. Û her weha ji hêla gotinên kurdî ve jî, zimanê wan dewlemend dibe. Ji zimanê xwe hez dikin.

Berî ku em vê pirtûkê bidin çapkirinê, me çend kopyên wê, li hevalên mamoste û zimanzane belav kir. Piştî dîtin û pêşneyarên wan, me di hêla babet, metod û ziman de, gelek guharti çêkir. Em ji van hemû hevpîşe û hevalên alîkar re spasdar in! Bi hêvîdarîya perwerde û hîndekarîyeke pêşketî û serketî!

Adar 199 – Stockholm – A.Tîgrîs & B.Welatevîn

COGRAFYA – 1
kurterastî bo cografyayê
Nivîskar: Amed Tîgris & M.Hakki Balta (B.Welatevîn)
Çapa yekem: 2016
ISBN:
978-91-88475-02-2
Xwedî: Kurdiska pedagogiska centrum

Biha/pris: 130 SEK


Pirtûka  XEBATÊ YA COGRAFYA – 1 ê (Kurterastî bo cografyayê)

Ev pirtûka xebatê a Cografya -1 ê ye. Gor her babetan pirs hatine amade kirin. Dema şagird li ser pirtûkê dixebitin pirsên ew babetê dinivîsîn. Ew dikarin li mala xwe de jî pirtûkê bi serê xwe bikar bînin.

Pirtûka XEBATÊ YA COGRAFYA – 1 ê
(Kurterastî bo cografyayê)

Amedekar: B.Welatevîn
Çapa duyem: 2016
ISBN: 978-91-88475-04-6
Xwedî : Kurdiska pedagogiska centrum

 

Biha/pris: 70 SEK